Demirtas: 'Ez neviyê Selaheddîn Eyûbî me. Hûn nikarin sakoyê min jî daliqînin!'
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku nêzî 7 sal in li girtîgeha Edirneyê girtî ye, bertek ji dirûşma “Ji Selo re îdam” re nîşan da ku di gotara Erdogan a serkeftina hilbijartinê de ji bo wî hatibû gotin.
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez neviyê fatihê Qudsê, Serfermandarê Kurd ê mezin Selahaddîn Eyûbî me. Ez soz didim we, dema roja wê hat li hember we hemûyan êz ê dadperwer bim.”
Peyama Demirtaş a derbarê mijarê de wiha ye:
“Bi serkeftineke xapînok û derewîn serxweş bûn, qralê kal ku ji balkona qesra xwe ya luks îftîra, gef û heqaretên xwe didomîne û li beramber wî komeke lînçê ku bi derewan gêj bûne, hemû bi hev re banga îdamê dikin.
Bûyer ne li Fransaya berê pêk tê. Sal 2023 ye, cih Enqere ye. Ez ê bibêjim, "Hûn nikarin sakoyê min jî daliqînin" lê hûn ne hêjayî wê ne jî.
Tenê vê bibêjim:
Ez neviyê Serfermandarê Kurd ê mezin Selahedîn Eyûbî yê fatihê Qudsê me ku navê wî li min hatiye kirin. Ez soz didim we, dema roja wê hat, ez ê li hember we hemûyan adil tevbigerim.”
Hileli ve sahte bir zaferin sarhoşluğuyla, lüks sarayının balkonundan gırtlağını yırtarcasına iftira, tehdit ve hakaretlerini sürdüren yaşlı kral ve karşısında yalanlardan, hazdan başı dönmüş bir linç güruhu, hep beraber “idam” diye bağırıyor.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) May 30, 2023
Olay, bir zamanların Fransa’sında…
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya balkonê ya serkeftina hilbijartinê de, Demirtaş careke din wekî terorîst pênase kiribû û ew wekî tawanbarê 51 kesên dema bûyerên Kobanê yên sala 2014an can dabûn, nîşan dabû.
Li ser van gotinên Erdogan, girseya alîgirên wî jî dirûşmên ‘ji Selo re îdam’ qêriyabûn û Erdogan li hember van dirûşman bêdeng mabû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin