Demirtas: Ez neviyê Sêx Seîd im, ti kes nikare nasnameya min a Kurd û Kurdistanê darizîne!

25 berfanbar 2023 21:35
Demirtas: Ez neviyê Sêx Seîd im, ti kes nikare nasnameya min a Kurd û Kurdistanê darizîne!

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku nêzî 7 sal in di girtîgeha Edirne de girtîye, bi rêya Platforma Deng û Dîmenan (SEGBÎS) beşdarî rûniştina doza Kobaniyê bû.

‘Dadgeh di şexsê me de hewl dide rastiya Kurd û Kurdistanê mehkûm bike’

Di parastina xwe ya dadgehê de got: “Em di nava siyaseta demokratîk a kurd de cih digirin lewma tên darizandin. Dewleta tirk ji ber armancên nîjadperest û neteweperest, tenê ji ber ku em kurd in lewma me didarizîne. Ji ber ku em li hemberî îdeolojî û tezên nîjadperest ên tirk serî natewînin lewma em tên darizandin. Kurdistan, welatê me ye. Ji ber ku em dibêjin ‘Hûn nikarin Kurdistanê dagir bikin, hûn nikarin tune bikin’ lewma em tên darizandin. Li vê eywanê di şexsê me de hewl didin rastiya kurd û Kurdistanê mehkûm bikin. Armancên wan ên siyasî yên ji bilî vê ew e ku di referandûm û hilbijartinan de bi ser kevin û rejîma yekzilamî rewa bikin. Lewma me di girtîgehê de digirin. Ez kurd im, welatê min Kurdistan e, her du nasnameyên min jî rûmeta min e û tu kes nikare van nirxan bidarizîne.”

‘Yê ku xiyanet kiriye ne Şêx Seîd e!’

Selahattîn Demirtaş di dewamê de jî bal kişand ser belge û tohmetên nerast ên derbarê Şêx Seîd de û diyar kir:

“Şêx çima serî hil dide? We sozek dan û dema hûn bi ser ketin jî karê we yê ewil bû rakirina xelîfetiyê. Dibêje; ‘hûn kurdî qedexe dikin.’ Yê ku xiyanet kirîye ne Şêx Seîd e. Tenê yek belgeyeke ku hevkariya Şêx Seîd û ingilîzan re nîşan bide tune ye. Bila rewşenbîrên tirk hinek bixwînin û zana bin. Erê rast e serhildanek heye lê Şêx Seîd ne xayîn e. Yên ji min hez dikin bila bizanin ku ez neviyê Şêx Seîd im. Hem kurdên sosyalîst hem jî yên îslamîst dizanin bê ka Şêx Seîd çi ye.”

 Demirtaş herwiha ji bo bidawîkirina şer û pevçûna navbera PKK û artêşa Tirkiyê jî bang kir ku tecrîda ser Abdullah Ocalan rakin û dest bi danûstandinan bikin.