Demirtas: Nikarin hilbijartinê taloq bikin

21 sibat 2023 14:01
Demirtas: Nikarin hilbijartinê taloq bikin

PeyamaKurd – Selahattin Demirtaş, derbarê taloqkirina hilbijartinan a piştî erdhejên navenda Mereşê de jî got, "Nikarin hilbijartinê taloq bikin, bila tu kes derbeyê neşopîne."

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an û vir ve di Girtîgeha Edîrneyê de girtî ye, diyar kir, hilbijartin nayên taloqkirin û got, "Taloqkirina hilbijartinê tê wateya darbeyê. Gel wê çi li darbekaran bê kirin, wê bike. Mîna 15ê Tîrmehê mafê gel ê berxwedanê heye.”

Demirtaş ji T24ê re ji Murat Sabuncu re axivî û got, "Divê her kes li ser hişê xwe bin, bila tu kes dilê xwe nebijîne derbeyê."

Beşek ji hevpeyvîna Demirtaş wiha ye:

Weke rojnamevanekî ku hema hema li hemû parêzgehên herêma erdhejê geriyam, min şahidî kir ku dema ku saziyên dewletê îflas kirin, nemaze di rojên ewil de, ji çar aliyên welêt kesên xwedî nasname û nêrînên cuda yên îdeolojîk, bêyî ku tu kesî ji hev veqetînin, seferber bûn, birîn derman kirin. Hûn ê vê hesta hevgirtinê çawa binirxînin?

Mixabin, em neçar man ku ji saetên ewil de li ser televizyonê li karesatê temaşe bikin. Sibeha 6ê Sibatê min bi daxwaznameyekê serî li dadgehê da û daxwaza berdana demkî kir. Piştî şeş sal û nîvan cara yekem ez daxwaza berdanê dikim, lê hiqûq tune ye û wijdan gemar e. Bi hezaran girtî neçar man ku êş û fikarên felaketê ji hundir ve bi bêhêvî temaşe bikin.

Lê ji roja ewil ve hevgirtineke mezin destpê kir ku me rehet kir û her roja ku derbas dibû zêdetir dibû. Ji ber ku hikûmetê nekarî tiliya xwe li hemberî mezinahiya erdhejê bilivîne, her kes bû motîvasyona çalakiyê. Vê hevgirtinê bi hezaran jiyanan rizgar kir û ya herî girîng jî ev e.

Vê hevgirtinê tiştekî din jî derxist holê, polîtîkaya polarkirina civakî ya ku ev çend sal in hikûmetê bi awayekî sîstematîk û bi zanebûn dimeşîne, tu zerar û bandoreke mayînde di dilê gel de dernexistiye. Tevî siyasetmedarên ku li kêleka hev li ser maseyan jî dudil bûn, gel bêyî ku ferq bike partî, nasname û bawerî, ji bo alîkariyê destê xwe dan hev. Ev rastî ji bo hemû siyasetmedaran ders e. Ji xeynî trollên ji bo firotanê û pênûsên bi kirê yên ku desthilatdariyê heta mirinê û bi hovîtî diparêzin, 85 mîlyon bi rastî ruhê yekîtiyê girtin. Wateya wê yekê ye ku hê jî gewherek hêja heye ku di vê civakê de nemiriye. Çima li ser vê gewherê pêşerojê ava nakin? Çima hevgirtina civakî venaguherînin hevgirtina siyasî û bi hev re pêşerojeke nû ava nekin?

Gelo civak bi xwe dikare çîroka hevpar a ku ji mêj ve hatiye gotin û nivîsandin biafirîne, belkî bi rêberiya siyasetê jî?

Bê guman, ev tam ya ku min hewl dida nuha diyar bikim e. Siyasetmedaran nikarîbûn çîroka nû binivîsin, lê gel ji ber êşê ew çîroka nû nivîsandin. Siyasetmedar niha berpirsyar in ku vî ruhê hevgirtinê geş bikin û veguherînin qada siyasî. Eger ne wisa be, nîqaşên dubendî yên hikûmetê wê di demeke nêzîk de dest bi karîgeriyê bikin û qada siyasî dîsa ji hev bikin. Ji bo vê jî pêwîst e opozîsyon bi lez tevbigerin û li dora bernameyeke hevbeş kom bibin.

Li gorî we ji bo ev ruhê hevgirtinê mayînde bibe divê çi bê kirin?

Divê bi awayekî pratîkî, bi awayekî berçav li hemû deverên Tirkiyeyê, bi taybetî jî li qadên kavilan, hevgirtin bê domandin. Her tevgerek, her gotinek ku zerarê dide ruhê hevgirtinê divê bi tundî were rexnekirin, ji kê bê bila bibe. Divê hevgirtina civakî bi hevgirtina siyasî bê xurtkirin û mayînde bibe.

Ger ev felaket pêk nehatiba wê tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP jî di nav de ye namzetê xwe eşkere bikira. Paşê wê Îtîlafa Netewî ragihîne. Gelo piştî hevgirtineke mezin a gel di vê wêraniya mezin de mumkun e ku muxalefet werin cem hev û namzetek hevpar-yekane derxînin holê?

Hemû pêkhate û kadroyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji saetên destpêkê ve li qadên erdhejê û qadan xebatên xwe dimeşînin. Hê jî li hev nehatine û nirxandineke nû ya siyasî bikin. Bi baweriya min wê di rojên pêş de bicivin û vê rewşa nû bi awayekî piralî gotûbêj bikin. Nêrîna min a kesane ew e ku, ji vê rewşa nû ku derketiye, divê hemû opozîsyon helwesteke nû gotûbêj bikin.

Erdogan û derdorên wî yên nêzîk her tim behsa 'nîşankirina di defterê de' dikin? Ma hûn difikirin ku ev tevgera tirsnak şansê serkeftinê heye?

Na, mirovan dîwarên tirsê hilweşandin. Ji mirinê pê ve tiştek nîne! Jixwe bi deh hezaran mirin. Bi rastî divê hikûmet bitirse. Ger ew hêrsa gel bixwînin, ew ê bi her awayî bitirsin. Hîn jî difikirîn ku Tirkiye Tirkiyeya 5ê Sibatê ye. Bi erdhejê re ne tenê mirov mirin, ne tenê xanî xera bûn, her wiha hemû polîtîkayên hikûmetê pûç bûn. Yên ku hîn ji vê yekê fêm nakin defterekê diparêzin, gel berê defterên xwe daniye, xebera wan tune.

Li gorî destûra bingehîn ji bilî 'rewşa şer' ji aliyê qanûnî ve taloqkirina hilbijartinan ne mumkin e. Lê tecrubeya me jî nîşan dide ku hikûmet qanûn-destûra bingehîn li ber çavan nagire. Ma hûn difikirin ku ew ê rêyek mîna paşvekêşanê bavêjin? Ger gihîştina nuqteyeke wiha divê meriv çawa tevbigere?

Nikarin hilbijartinê taloq bikin. Paşxistina hilbijartinê tê wateya darbeyê. Tişta ku li derbekaran hat kirin wê gel jî bike, mîna 15ê Tîrmehê mafê berxwedanê yê gel heye. Divê her kes biryara xwe bide, bila kes derbekaran neke mînak. Partiyên siyasî hilbijartinan nakin, gel dike. Lewma hilbijartin mafê gelan e, ne mafê siyasetmedaran e. Kes nikare bi darbeyê mafên gelan bigire û bidize.