Demîrtas bo HDPê: Bi partiyên Kurdî re rûnên
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş derbarê hilbijartinên mehelî de bang li HDPê kir û diyar kir: “Bi taybet li gel partiyên Kurdî di çarçoveya kesên ku nûneriya alîgirên me yî parêzker bikin, teqez herî xurt bo nemzediyê cih girtina di lîsteyan de pêwîst e.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di hevpeyvîna ku bi Medya Haber TVyê re diyar kir: Divê HDP di hilbijartinên mehelî de bi hevkariya partiyên din namzedan nîşan bide. Heke em bikarin li gor daxwazên gel namzedan nîşan bidin, bila gumana kesî tunebe ku em ê bi dengên pir zêde di hilbijartinê de biserkevin.
Demîrtaş destnîşan kir, ku pêwîst e namzed ji aliyê xelkê navçeyên bêne bijartin. Li ser vê yekê bi taybet li gel partiyên Kurdî di çarçoveya tifaqê de ji kevneşopiyên siyasî namzedên li gor van pîvangan û bi taybetî namzedên nûneriya alîgirên me yî parêzker bikin teqez herî xurt cih girtina di lîsteyan de bo namzediyê pêwîst e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin