HDPê bi pistgiriya Demîrtas, kampanyayek da destpêkirin
PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevka HDPê Ebru Gunay ve ragihand ku wan li dijî astengkirina hesabê alîkariyê yê Xezîneyê, kampanyaya alîkariyê ya bi navê "Xezîneya me gelê me ye" daye destpêkirin.
Ebru Gunay bi bîr xist ku Dadgeha Destûra Bingehîn, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiyê de serlêdanên "Ji bo piştî hilbijartinê, hiştina dosyaya girtinê" ya ji bo girtina HDPê red kir.
Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş ku di girtîgehê de ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, di derbarê vê geşedanê de peyamek parve kir.
Demîrtaş ê ku agahiyên IBANê parve kir, banga piştgirîkirina kampanyayê kir û wiha got,
"Heger hûn bersivekê bidin kesên ku para xezîneyê yê HDPê ku ji bacên dengdêran pêk tê, dê çiqas xweş bibe. Hêza we çiqas dest bibde, dixwazin 1 lîre, dixwazin hezar 100 lîre.”
Ji aliyê din ve Ebru Gunay got ku "Em îro li ser daxwazên xurt ên piştgirî û hevgirtinê yên gelê xwe dest bi kampanyaya piştgiriyê dikin. Em ê bi hêz û piştgiriya gelê xwe, kampanyaya herî bi şewq a dîroka xwe bir ê ve bibin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin