Desteya Veberhênanê ji bo mexdûrên lehiyê li Duhokê kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin
PeyamaKurd – Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo mexdûrên lehiyê yên Duhokê kampanyayeke alîkariyê daye destpêkirin.
Desteya Veberhênanê, Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Veberhênanan bang li sermayedar û karsazên xwecihî û biyanî dikin ku alîkariya mexdûrên lehiya Duhokê bikin.
Desteya Veberhênanan diyar kir ku wê bi hemahengiya li gel parêzgar û aliyên pêwendîdar li Duhokê alîkarî li ser welatiyên Duhokê bên belavkirin û got, “Em hêvîdar in ku hûn jî beşdarî vê kampanya alîkariyên mirovî bibin. Beşdarbûna we di vê kampanyayê de erkekî olî û netewî ye.”
Ji ber barana ku duh danê sibê li seranserê Herêma Kurdistanê bi bandor bû, danê nîvro bandora xwe zêde kir, li gelek deveran bi taybet Duhokê lehî rabû.
Di daxuyaniya berê ya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Duhokê de hatibû gotin ku 2 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane, lê heta niha termên wan nehatine dîtin.
Parêzgarê Duhokê Elî Tatar kurte vîdyoyek belav kir û bang li welatiyan kir ku heta ku pêwîst nebe dernekevin derve.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser karesata lehiyê ya li wî bajarî bi parêzgarê Duhokê Tatar re pêwendiyê bi parêzgarê Duhokê Tatar kir û daxwaz ji wî kir ku hemû îmkanên xwe ji bo tedbîran û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kom bike.
Ji aliyê din ve, li ser telîmata Serok Mesûd Barzanî, Mensûr Barzanî serdana malbatên ku ji ber lehiya barîna barana zêde li Dihokê zerar dîtine kir.
Serfermandar Mensûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Duhokê de ji K24ê re ragihand ku li ser talîmata Serok Barzanî bo serdana qurbaniyên lehiyê û diyarkirina çi ji bo wan were kirin, çûne Duhokê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin