Dema Xula 5an a Parlamentoya Kurdistanê îro bidawî dibe
06 mijdar 2022 17:06
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 6ê Mijdara 2022yan Xula 5an a Parlamentoya Kurdistanê îro bidawî dibe.
9ê meha Cotmehê bi dengê 80 parlemanterên Parlamentoya Kurdistanê, dema karkirina xula 5an ji bo salekê heta dawiya sala 2023yan hatibû dirêjkirin.
Tevî nerazîbûna hinek aliyên siyasî yên Kurdistanê jî heta niha parlamenterên opozisyonê û yên serbixwe biryara vekişandin yan jî mayîna di parlamentoyê de nedane.
Biryara dirêjkirina dema karkirina parlamentoyê, bi sedema ku heta niha roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nehatiye dayîn hatibû wergirtin ku karên rêveberiyê û hikûmeta Kurdistanê ji ber dawîbûna erka parlamentoyê asteng nebin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de pêk werin
09 cot 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin