Li Herêma Kurdistanê dema ehliyeta dîjîtal dest pê kir

18 sibat 2026 18:17

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, roja Çarşemê 18’ê Şubat 2026’an, ragihand ku xizmetguzariyek nû ya dîjîtal ji bo şofêran hate destpêkirin. Li gorî ragihandinê, ji niha û pê ve şofêr dikarin ehliyeta xwe bi rêya mobîlên xwe nîşanî polîsên hatûçoyê bidin.

Li Herêma Kurdistanê dema ehliyeta dîjîtal dest pê kir

RûpelNews - Di ragihandina Wezareta Navxweyî de hat gotin ku di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, taybetmendiyek nû li ser sepanê KRDPass hate zêdekirin ku taybet e bi ehliyeta şofêriyê.

Li gorî wê ragihandinê, ew hemwelatiyên ku “ehliyeta dîjîtal a nû” hildigirin, dikarin kopiya elektronîk û hemû hûrguliyên ehliyeta xwe li ser mobîlên xwe bibînin.

Çawa tê bikaranîn?

Ji bo ku şofêr ji vê xizmetê sûd werbigire, divê van gavên li jêr bişopîne:

* Sepana KRDPass veke.

* Sepanê nû bike (update) bo guhertoya dawî.

* Biçe beşa “Cuzdan”, li wir kopiya dîjîtal a ehliyetê xuya dibe.

Karta fizîkî ne pêwîst e

Wezaretê di heman demê de ji şofêrên ku karta plastîk a ehliyetê li cem wan tune ye re dilnîyayî da. Di ragihandinê de hat diyarkirin ku di dema kontrola polîsên hatûçoyê de, nîşandana kopiya dîjîtal a ehliyetê li ser sepanê bes e û bê kêşe derbasbûn pêk tê.

Sepana KRDPass wekî deriyek elektronîk ji bo hemwelatiyên Kurdistanê xizmet dike. Ev sepan li ser herdu pergalên Android û iOS berdest e û beşek e ji pêvajoya dîjîtalkirina damezrandinên hikûmetê.