DEM Partî: Êrîşa polêsan a li dijî CHPê şermek e

25 gulan 2026 16:30

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakırdan li ser êrîşa polêsan a bi ser avahiya navenda giştî ya CHPê de got: "Tundiya polêsan li ser avahiya CHPê cîhê şermê ye û skandal e."

DEM Partî: Êrîşa polêsan a li dijî CHPê şermek e

RûpelNews - Şandeya DEM Parti bi serperiştiya Hevserokê vê partiyê Tuncer Bakirhan li parlamentoya Tirkiyeyê serdana Ozgur Ozel ê ku bi biryara dadgehê ji serokatiya CHPê hat dûrxistin kir.

Piştî hevdîtînê Tuncer Bakirhan li ser operasyona polêsan ku bi ser avahiya navenda giştî ya CHP li Enqereyê girtin axivî û wiha got: "Tundiya polêsan nayê qebûlkirin û ev şermek e. Li dijî avahiya CHPê bikaranîna guleyên plastîk, ava rondikrêj, gaz eyba demokrasiyê û skandala hiqûqê ye. Em vê êrîşî şermezar dikin. Çarenivîsa partiyên siyasî ne li dadgehan divê bi îradeya hilbijêr û endaman were diyarkirin."

Ozgur Ozel serdana DEM Partî bi awayeke bi qîmet nirxand û spasiya şandeya DEM Partiyê kir.