DEM Partî: Azadiya gelê Îranê xeta me ya sor e
Di daxuyaniyekê de derbarê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de, DEM Partîyê tekez kir ku azadî û aramiya gelê Îranê ji bo partiyê xeta sor e.
RûpelNews - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gel (DEM Partî) derbarê êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de tekez kir ku azadî û aramiya gelê Îranê ji bo partiya wan xeta sor e.
DEM Partîyê diyar kir ku ew hedefgirtina navendên rêveberî û stratejîk ên li Îranê ji aliyê hêzên biyanî ve bi baldarî dişopînin û bal kişand ser bandorên herêmî yên gengaz ên êrîşan. Partiyê diyar kir ku hêzên cîhanî û herêmî li şûna demokrasî û azadiyê, li Îranê li gorî berjewendiyên xwe, li gorî rêziknameyek nû digerin.
Di daxuyaniyê de her wiha li dijî operasyonên ku dê zirarê bidin hewesên jiyana azad a civakên Kurd, Belûcî, Azerî, Faris û Xiristiyan li Îranê hişyarî hat dayîn. DEM Partîyê baweriya xwe diyar kir ku hemû civakên li Îranê dikarin li ser bingeha ezmûnên xwe yên dîrokî û civakî modelek demokratîk biafirînin.
Di daxuyanîyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku êrîşan rawestînin û vegerin diyalog û danûstandinan, daxwazên gelê Îranê yên ji bo demokrasî û azadiyê li ber çavan bigirin.
