DEM Partî: Em li benda geşedanên girîng ên derbarê çekdanînê de ne
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku partiyê heta niha derbarê nîqaşên li ser hilbijartineke pêşwext a muhtemel û berbijêriya serokomariyê de biryar nedaye.
RûpelNews - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di konferanseke çapemeniyê de ku li navenda partiyê hat lidarxistin, derbarê nîqaşên hilbijartinê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyanî da.
Derbarê berbijêriya serokomariyê de pirs jê hat kirin, Dogan destnîşan kir ku nîqaşeke wiha niha ne di rojeva DEM Partiyê de ye.
Dogan diyar kir, "Hêj hilbijartin ne di rojevê de ne. Me derbarê berbijariya serokatiyê de ti gotûbêj nekiriye."
Di axaftina xwe de li ser armancên siyasî yên DEM Partiyê yên ji bo dema nû, Dogan got ku partî dê di helwesteke "tenê dijberî û redkirinê" de nemîne, lê belê dê bi mebesta rêvebirina welêt û anîna guherîneke demokratîk tevbigere.
"Em li benda pêşketinên girîng ên derbarê çekdanînê de ne"
Dogan her wiha eşkere kir ku têkiliyên derbarê çekdanînê de wekî beşek ji pêvajoya berdewam diyar in.
Dogan, amaje bi têkiliyên di navbera rayedarên dewletê, Abdullah Ocalan û serokatiya PKKê de kir û diyar kir ku daxuyaniyên her du aliyan nîşan didin ku xebat berdewam e.
Dogan got, "Em di rojên pêş de li benda pêşketinên girîng ên derbarê çekdanînê de ne."
