Daniel Hagari: ji %99ê drone û mosekên Îranê li derveyî welat hatin pûçkirin
14 nîsan 2024 12:06
PeyamaKurd- Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî piştî êrîşa Îranê îro 14ê Nîsanê ragihand, Îranê heta niha 300 dron û moşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin.
Hagarî got, artêşa Îsraîlê di têkbirina êrîşa Îranê de bi ser ket û da zanîn, ew bûyer bi dawî nebûye û artêşa Israîlê hîn di amadebaşiyê de ye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê da xuyakirin: “Îranê îşev karekî metirsîdar kiriye û dixwaze alozî li Rojhilata Navîn derkeve.”
Hagarî got: “Plan bi berdewamî têne amadekirin, em alternatîfan gotûbêj dikin û ji bo parastina welatiyên xwe, emê her tiştî bikin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Amerîka droneka Îranê xist xwarê
03 sbt 2026
Cîhan
Serê li Bendava Tisrînê didome: HSDyê droneke Tirkiyeyê xist xwarê
12 sbt 2025
Jiyan
Neteweyên Yekbûyî droneke Artêsa Îsraîlê xist
27 cot 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin