Îran: Me li Hurmuzê droneke Amerîkayê xist erdê

14 tebax 2026 16:00

Îranê ragihand ku hêzên wan firokeyeke bêmirov a hewayî ya Amerîkayê ya bi modela MQ-9 Reaper li nêzîkî Tengava Hurmuzê xist.

Îran: Me li Hurmuzê droneke Amerîkayê xist erdê

RûpelNews - Li gorî raporeke televîzyona dewleta Îranê, hêzên Îranê firokeya bêmirov a MQ-9 li ser parêzgeha Hurmuzganê tespît kirin û xistin.

Hat ragihandin ku firokeya bêmirov ji aliyê "sîstema parastinê ya nû û pêşketî" ya Pasdarên Şoreşê ve hatiye tespîtkirin û xistin.

MQ-9 Reaper bi salan e ji bo mîsyonên bombebarankirin û çavdêriyê li seranserê herêmê tê bikaranîn. Amerîkayê ji destpêka şer di meha Sibatê de bi dehan balafirên bêmirov ên MQ-9 ji dest dane.

Li gorî raporeke ku ji aliyê rojnameya Amerîkayê The Washington Post ve hatiye weşandin, hat ragihandin ku Amerîka 45 dronên MQ-9 Reaper di şerê li dijî Îranê de ji dest dane.