Amerîka droneka Îranê xist xwarê
Artêşa Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê, (DYA) droneke Îranî ku "bi awayekî êrîşkar" nêzî keştiya hewayî ya Abraham Lincoln a li Deryaya Erebî bûbû, xist xwarê.
RûpelNews- Bûyer di demekê de qewimî ku dîplomatan hewl didan danûstandinan di navbera Îran û Amerîka de saz bikin.
Ji aliye din ve Serokê DYAyê Donald Trump hişyarî da ku keştiyên şer ên Amerîkayê ber bi Îranê ve diçin û eger peymanek neyê girêdan, "tiştên xirab" dê rû bidin.
Piştî nûçeya ku dron hat xistin, bihayên petrolê ji her bermîlekê zêdetirî 1 dolarî bilind bûn.
Artêşa DYAyê ragihand ku drona Îranî ya Shahed-139 "bi niyeta nezelal" ber bi keştiya hewayî ve difiriya û ji aliyê firokeyeke şer a F-35 a Amerîkî ve hat xistin.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya leşkeri yê Amerîkayê Kaptanê Hêzên Deryayî Tim Hawkins, got: "Balafireke şer a F-35C a ji Abraham Lincoln rabûyî, drona Îranî ji bo parastina xwe û keştiya balafirhilgir û personelên li ser wê xist."
Nûneriya Îranê ya li NYê di derbarê bûyerê ti şîrove nekirin.
Hawkins herwiha got ku di bûyerê de ti leşkerên Amerîkî û amûrên wan zirar nedîtine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin