Amerîka droneka Îranê xist

19 tîrmeh 2019 03:16
Amerîka droneka Îranê xist
Nivîskar: Mahmut Begik

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku droneka Îranê li Buhira Hurmizê ber bi USS Boxerê ve çûye û Amerîka dronê xistiye. Drona Îranê li dora 900 metre nêzî USS Boxer a ambîfîk bûye û hatiye îmhakirin.

Bûyer ji aliyê Trump de di merasimeka ku tevlî wê bû bû de got. Trump weha got:

“Drona Îranê bi qederê 1 mîla behrê nêzî Boxer a me bûye û tevî hu bi çend caran hişyarî bo wê hatiye dayîn nesekiniye. Boxer xwe li dijî drona Îranê xwe parastiye ji ber ewlekariya keştiyê ketiye talûkê. Drone raste rast hatiye îmhakirin.”