Sûriye | Hêzên Amerîka du dronên milîsên Îranê xistin xwar
01 mijdar 2023 20:18
PeyamaKurd – Hate ragihandin îro 1ê Mijdarê Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” ku ji milîsên girêdayî Îranê pêk tê careke din, bi dronan hewl daye êrîşê baregeha Tenef a Hêzên Amerîkî bike, lê herdu drone hatine xistin.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê çavkaniyên hikumetê diyar kirine ku pergala parastinê 2 balafirên bêmirov ên biçek ên ku êrîşî baregeha li herêma Tenef a Sûriyeyê dikirin, xistine xwar.
Serokê rexistina Tevgera Nuceba li ser sedema êrîşê jî ragihandiye ku wan biryara “rizgarkirina Iraqê ji hêzên biyanî” daye.
Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) daye xuyakirin, leşkerên wan ên li Sûriye û Iraqê ji 17ê Cotmehê ve 27 caran bi êrîşan re rû bi rû mane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sûriye | Milîsên Îranê berê fuzeyên xwe dan ser HSD û hêzên Amerîkayê
02 gln 2021
Teknoloji
Newsweek: Milîsên Iraqî dîsa gefa êrîsan li hêzên Amerîka dixwin!
04 tbx 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin