Amerîka dronên RQ-20 Puma dide hêzên Pêsmerge

28 berfanbar 2021 18:54
Amerîka dronên RQ-20 Puma dide hêzên Pêsmerge

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya 260 milyon dolar ji budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîka ya sala 2022an a ji bo hêzên Pêşmerge hatiye diyarkirin de, wê Amerîka 5 balafirên bêpîlot ên cûreya RQ-20 Puma bide hêzên Pêşemergeyên Kurdistanê û ji bo bikaranîna wan jî Pêşmerge perwerde bike.

Drona RQ-20 Puma, ji dronên mamnavend e, bi bataryayan kar dike û bi destan tê firandin û ji aliyê Komapaniya AeroVironment ve hatiye çêkirin.

Erkê sereke yê van dronan, çavdêrîkirin û komkirina zanyariyên hewlgiriyê ye ku bi riya kamerayeke elektro-optîkî û jêrsor (Infrared) tomar dike.

Ev drone ji dûriya 15 k.m ve tê kontrolkirin û leza wê jî digihe 83 kîlometran di demjimêrekê de.

Sala 2007an ev drone ji bo cara yekem hatiye testkirin û heta niha zêdetirî hezar jê hatine çêkirin ku hêzên Amerîkî jî vê cûreya dronan bi kar tîne û bawerîyê pê tîne.

Li gor zanyariyên kompanyayê derbarê wê dronê de belav kirine, ev cûre drone tenê ji bo 10 welatan hatiye dayîn û hemû jî hevpeymanên Amerîka ne û wê niha jî bikeve destê hêza Pêşmerge.