Sûriye | Hêzên Hevpeymaniyê 3 dronên ku êrîsî baregeha Tenfê kirin xistin xwar
23 cotmeh 2023 21:45
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 23yê Cotmehê komên milîsê Îranê li Sûriyê, bi dronan hewl dane êrîşî baregeha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike bikin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, hêzên hevpeymaniyê hewla êrîşê ya ser baregeha Tenf a li Sûriyê têk birine û 3 dronên bombekirî hatine xistin.
Derbarê êrîşê de û ziyanên wê de ti daxuyaniyeke fermî hîn nehatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Îsraîl-Hamasê êrîşên li ser baregehên amerîkî yên li Sûriye û Iraqê zêde bûne ku ew êrîş ji aliyê komên milîsên Îranê ve têne kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sûriye | Hêzên Amerîka du dronên milîsên Îranê xistin xwar
01 mjd 2023
Jiyan
Car din êrîsî hêzên hevpeymaniyê yên li Bexdayê kirin
17 adr 2020
Cîhan
Hêzên Iraqê êrîsî cotkarên gundekî Kurdan kir
17 sbt 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin