Amerîkayê 8 hêz û aliyên Iraqî xist nav lîsteya tawanbarên Pasdarên Îranê
PeyamaKurd - Komîteya Lêkolînan a Partiya Komarî ya Kongressa Amerîkayê, raporek li ser gefên Îranê û aliyên tawanbar ên Hêza Pasdarên Îranê li Iraqê, pêşkêş kir.
Komîteyê diyar kir ku 8 rêxistin û tevgerên girêdayî Îranê li Iraqê tawanbar in ku navên wan jî wiha ne: Bizava Bedir, Tabûrên Îmam Elî, Seraya Xurasanî, Tabûrên Seyid El-Şuheda’i, Lîwaya Ebû Fedil El-Ebbas, Tevgera Ewfiya’i, Tevgera Cind El-Îslam û Seraya Aşûra’i .
Komîteyê da xuyakirin ku van aliyan îsal daxuyaniyek li dijî Amerîkayê îmze kiriye ku divê Kongressa Amerîkî raporeke salane derbarê tevgerên nû yên ji aliyê Pasdarên Îranî ve tên birêvebirin, ji Wezareta Derve ya Amerîka bixwaze.
Komîteyê da zanîn, “Rêxistina Bedir” ji aliyê Pasdarên Îranî ve hatiye avakirin û di dema cenga Îraq-Îranê de, li gel Îranê bû.
Berî niha Amerîkayê komên Iraqî yên girêdayî Îranê yên bi navên; Fatimî, Zeynebî, Nuceba’i û ‘Esaib Ehl El-Heq xistibû nav lîsteya reş a terorê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin