Li perava Tirkiyeyê drone hat dîtin

08 tebax 2026 11:44

Li Sakaryaya Tirkiyeyê li nava behrê drone hat dîtin. Tîmên ewlekariyê dron ku tê da teqemenî necat dîtin ji behrê derxistin.

Li perava Tirkiyeyê drone hat dîtin

RûpelNews - Li navçeya Kocaali ya Sakaryayê, li qeraxê behrê bi qasî 500 metreyan dûr, dronekê (firokeya bêmirov) hat dîtin.

Li ser xeber şandinê tîmên Fermandariya Peravê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Drone ku ketibû behrê ji bo lêkolînê birin Navenda Fermandariya Ewlekariya Peravê.

Li gorî agahiyên destpêkê, li ser drone ti teqemenî nehatin dîtin.