Dadgeha Ewropayê ji bo parlamentarên HDPê ji Tirkiyê parastin xwest

19 hezîran 2019 20:31
Dadgeha Ewropayê ji bo parlamentarên HDPê ji Tirkiyê parastin xwest

PeyamaKurd - Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo 4 wekîlên berê yên HDPê ku parêzbendiya wan hatibû betalkirin, ji Tirkiyê parastin xwest.

Parlamentoya Tirkiyê 20ê Gulana 2016an 53 jê HDP’yî parêzbendiya 150 parlamenteran rakiribû û tenê parlamentariya HDPyiyan hatibû betal kirin.

DMMEyê berê ji bo parlementerên ku ji parlamenteriyê hatine xistin: Selma Irmak, Ahmet Yildirim û Ibrahîm Ayhan parastin xwestibû.

Dadgeha Ewropayê vê carê jî ji bo xistina parlamentariya HDPiyan ji Enqerê parastin xwest ku li gorî parastina Tirkiyê dê DMME biryarê bide.