Dadgeha Bilind biryara cezakirina parlamentarên HDPê ji parlamenê re sand

26 îlon 2019 22:10
Dadgeha Bilind biryara cezakirina parlamentarên HDPê ji parlamenê re sand

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara cezakirina ji doza KCKê ya parlementerên HDPê ji bo Serokatiya Parlemena Tirkiyê şand ku tê çaverêkirin mafê parlementeriya 2 parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari ji wan bên standin.

Parlementerê HDPê Musa Farisogullari bi 9 salan û Leyla Guven jî bi 6 sal û 3 mehan ji doza KCKê ku ev 3 sal zêdetir e berdewam dikir hatibûn cezakirin û Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî cezaya wan pesend kiribû.

Hat ragihandin ku dadgehê biryara xwe ji Parlemena Tirkiyê re şandiye û dema biryar di kombûneke parlemenê de were rojevê, dê mafê parlementeriyê ji Musa Farisogullari û Leyla Guvenê bê standin.

Serokê Koma Parlamenê yê HDPê Saruhan Oluç jî dabû xuyakirin ku îhtimal heye li dijî HDPê dozên nû vebin û mafê parlementeriya parlementerên wan ên hatine cezakirin ji  wan bê standin.