Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê daxwaza HDPê red kir

26 rêbendan 2023 17:29
Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê daxwaza HDPê red kir

PeyamaKurd – Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bi yekdengî daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ya ji bo doza girtinê bihêle piştî hilbijartinê red kir.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê daxwaza HDPê ya ji bo doza girtina wê partiyê paş bixe ji bo piştî hilbijartinên Tirkiyê bi yekdengiya endaman red kir. Herwiha dadgehê ji bo parastina xwe bike 15 roj dem da HDPê û ji bo derbarê esasî de jî parastinê bikê roja 14ê Adarê destnîşan kir.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDPê serî li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê dabû û daxwaz kiribû doza daxistina wê partiyê ji bo piştî hilbijartinên 18ê Hezîran a 2023yê bê bipaşxistin. Hevserokê HDPê yê giştî Mîthat Sancar jî ragihandibû: “Dadgeha Destûrî divê hemû karûbarên vê dozê rawestîne.”