Covid-19 li Kerkûkê peyda bû: Virûs ketiye canê 4 kesan
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Iraqê bi fermî ragihand, ku virusa koronayê (Covid-19) ketiya canê 4 kesan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê, ew her 4 kes ji malbatekê ne û demek berê ji Îranê vegeriyane. Wezareta tendirustiyê diyar dike, ku her 4 kes niha di bin çavdêriya pizîşkî ango di karantînayê de ne.
Bi wan 4 kesan re hejmara kesên ku heya niha bi fermî li Iraqê vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketiya canê bûne 5 kes.
Demek berê Berpirsên tenduristiya Iraqê bi fermî ragihandibûn ku yekem haleta tûşbûna bi vîrusa koronaya nû (covid19) li bajarê Necef ê Iraqê hatiye tomarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin