Berpirsekî WHOyê li Iraqê: Kontrola Covid-19ê ji destê hikûmetê derketiye

24 adar 2020 17:59
Berpirsekî WHOyê li Iraqê: Kontrola Covid-19ê ji destê hikûmetê derketiye

PeyamaKurd - Bi zêdebûna hejmara tûşbûyên Covid-19ê li Iraqê, ragirtina geştên esamnî heya 5 rojên din dirêj kir, WHO haydariya zêdetir ya belavbûna virusê li Iraqê dide û ragihand, eger hejmara tûşbûyan zêde bû, saziyên tendirustî yên Iraqê nikarin xwe li ber bigirn, mo`cîze wan rizgar dike.

Nûnerê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li Iraqê, Ednan Newar ragihand, eger Covid-19 li Iraqê bibe weba, rewş dê “gelek metrisîdar be” û ji bo rawestandina belavûna vê, “mucîzeyek pêwîst e”.

‘Kontrola vîrusê ji destê hikûmetê derketiye’

Ednan Newar got, “welatên pêşketî yên weke Îtalya tevî ku jêrxaneya wan a tendirsutiyê bihêze, lê kontrola vîrusê ji destê hikûmetê derketiye, jêrxaneya Iraqê westiya ye, tenê mucîze dikare Iraqê rizgar bike, eger bibe weba û belav bibe, saziyên tendirustiyê nikarin xwe li ber bigrin”.

Ednan Newar got jî, dê di hefteya bihê de rewşa Iraqê zelal bibe, lê divê xelk pabendî rênimayiyan bibin û li malên xwe bimînin.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihandiye, roja Duşemê 23ê Adarê 33 kesên din tûşî korona bûne û hejmara giştî ya tûşbûyên vê vîrusê li seranserê wî welatî  gihîştiye 266 kesan. Li gor Wezareta Tendirustî ya Iraqê, 23 kes ji tûşbûyan canê xwe ji dest dane.