Berpirsekî WHOyê: Covid-19 li Kurdistanê di bin kontrolê de ye

07 adar 2020 19:28
Berpirsekî WHOyê: Covid-19 li Kurdistanê di bin kontrolê de ye

PeyamaKurd - Berpirsekî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO)li Iraqê amaje bi rêkar û tevdîrên ji bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) dike li Herêma Kurdistanê dike û tekez dike, tevî ku nexweşî ketiye canê çend kesan jî, rewş di bin kontrolê de ye.

Berpirsê Beşa Hawarçûnê ya Tendirustiya Cîhanî li Iraqê, Waîl Hetaht, beşdarî bernamaya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û derbarê tevdîrên bo rêlibergirtina Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, nirxandina wan bo wê mijarê pişta xwe bi wê girê dide ku xelk û dam û dezgehên hikûmî çawa xwe diparêzin.

‘Biryar û rêkarên hatine girtin bi mebesta rêlibergirtina belavbûna Covid-19ê gelek baş in’


Ew berpirsê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî dibêje, her çend e karîgerî li ser xwendin û aboriyê hebe jî ew biryar û rêkarên hatine girtin derbarê dibistan û dam û dezgehan de bi mebesta rêlibergirtina belavbûna Koronayê, gelek baş in û diyar dike ku pêwîst e peywendiya di navbera kesan li gel hev bê kêmkirin û herwiha tekez dike ku ne tenê cihên vekirî, divê cihên hatine girtî jî bi şêweyekî baş bên kontrolkirin.

Waîl Hetaht dibêje, xala duyem ku ew pêdaçûnê li ser dikin, “Çavdêrîkirin û pêdaçûna wan kesan e ku berî 14 rojan derketiye ku tûşbûne. Ev jî di çarçoveya rêyên belavbûna wê nexweşiyê, hê jî negihiştiye wê astê ku di bin kontrolê der biçe. Çend kes hatine destnîşankirin ku cihê gumanê nîne, lêbelê di bin kontrolê de ne û dikarin kontrol bikin.”

‘Divê, agarî û xweparastin zêdetir be’


Derbarê  rêkar û miameleya li hember wî kesê ku bi Koronayê canê xwe ji dest daye, Waîl Hetaht dibêje, “Bi şêweyekî giştî her kesek ku bi Koronayê bimire, divê bi şêweyekî ast miamele li gel bê kirin. Bê guman ew kesê ku bi Koronayê dimire, rêjeyeke zêde ya vîrusê hildigire. Ji ber wê yekê divê, agarî û xweparastin zêdetir be, taybet jî li gel wan kesên ku berketina rasterast li wî kesî heye, çi karmendên tendirustiyê û çi wan kesên ku miamele li gel wî kesî kiribin.”

Ew berpirsê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li Iraqê rêkar û tedbîrên hatine girtin li Herêma Kurdistanê gelek bi başî dibîne û tekez dike, tevî tomarkirina çend tûşbûyan, rewş di bin kontrolê de ye.