Hejmara kesên ku Covid-19 ketiye canê wan ji 76 hezaran zêdetir bû

21 sibat 2020 14:23
Hejmara kesên ku Covid-19 ketiye canê wan ji 76 hezaran zêdetir bû

PeyamaKurd - Hejmara kesên ku korona virusa nû (Covid-19) ketiye canê wan ji 76 hezar û 700î zêdetir bûye.

Heya niha ji ber korona virusa nû (Covid-19) 2 hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Çînê 2 hezar û 236 kesan, li Hong Kongê 2 kes, li Îranê 2 kes, li Japonya 3 kes û li Koreya Başur, Taywan, Filipiniyan û Fransayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li Çînê virus ketiye canê 75 hezar û 465 kesan, li Hong Kongê ketiye canê 69 kesan, li herêma Taybet a Makauyê ku ser bi Çînê ve ye virus ketiya canê 1O kesan. Li Tayvanê jî 24 kes ji ber heman nexweşiyê nexweş ketine.


Li gorî agahiyên karbidestên tendirustiyê û çapemeniya herêmî daneyên dawîn yên Covid-19ê wiha ne:

Japonya 727, Koreya Başur 156, Sîngapur 85, Tayland 35, Malezya 22, Awistralya 17, Vîetnam 16, Almanya 16,  Amerîka15, Fransa 12, Brîtanya 9, Îmarat 9, Kanada 8, Îran 5, Îtalya 3, Hîndistan 3, FilipinİYAN 3, Rusya 2, Spanya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1 û Misir 1.