Çiyagerê Kurd wê Ala Kurdistanê ya Serok Barzanî dayê li ser lutkeya Everestê hilde
PeyamaKurd - Çiyagerê Kurd bi navê Renc Omer got ku ew dê Alaya Kurdistanê li lutkeya Çiyayê Everestê bilind bike.
Renc Omer bi projeyeke taybet wê biçe zincîre Çiyayên Hîmalaya û Alaya Kurdistanê ser lutkeya herî bilind a wî Çiyayê Everestê bilind bike.
Li gorî nûçeya Rûdawê, biryar e dawiya vê mehê ciwanê Kurd Renc Omer ê xelkê Duhokê geştekê ji bo welatê Nepalê bike ji bo bicihanîna plane bilindkirina Alaya Kurdistanê li ser lutkeya Çiyayê Everstê ku ji zincîreçiyayê Hîmalya ye.
Renc Omer gotiye, ew dixwaze bibe yekem Kurd ku Alaya Kurdistanê li ser lutkeya Çiyayê Everstê bilind dike.
Werzîşvanê Kurd Renc Omer sala 1986ê li Silêmaniyê ji dayîk bûye û niha li bajarê Duhokê ye dimîne. Biryar e Renc Omer 28ê Tebaxê geşta xwe destpê bike û mehekê li wî welatî bimîne û biçe ser çend lutkeyên din û meşq û rahênanên xwe temam bike ku di gulana 2022yan de jî wê Alaya Kurdistanê bibe ser Çiyayê Evrestê.
Renc Omer daye xuyakirin ku sala 2019 Serok Mesûd Barzanî ew ala weke diyarî daye wî , ji ber ku wê demê dixwest biçe ser lutkeya Evrest lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê geşta wî paş ketiye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî her cure piştgirî daye Renc Omer ku bikare wî karî encam bide û bi serkeftî vegere.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin