Ciwan Haco: Zimanê me hebûna me ye!
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li ser medya civakî bangawazî li welatiyan kir û diyar kir: “Zimanê me hebûna me ye!”
Hunermend Ciwan Haco li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî bang kir û got: “Zimanê me hebûna me ye! Hêvîya min ew e kû miletê Kurd zimanê Kurdî hilbijêrin. Zimanê me hebê em dimînin, zimanê me nebê em namînin. Bijî zimanê Kurdî!”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dibistanan ji bo xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dema hilbijartina ders û waneyên bijarte dest pê kiriye, ku di nav dersên bijarte de zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) jî heye. Roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte 21ê Çileyê bû, lê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku li gelek cihan dibistan hatin girtin, proseya hilbijartina dersan, heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin