Ciwan Haco bi du singilan derdikeve pêsberî hezkiriyên xwe

09 adar 2020 18:01
Ciwan Haco bi du singilan derdikeve pêsberî hezkiriyên xwe

PeyamaKurd – Hunermendê bi nav û deng Ciwan Haco, piştî 16emîn albûma xwe ya bi navê Felek, vê carê bi maksi singilekê derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Bergê maksi singila Ciwan Haco

Hunermend Ciwan Haco, 11ê Adarê roja Çarşemê, bi du singileyên bi navê “Şevên Spî” û “Wilo” derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Ciwan Haco ji bo strana xwe ya nû ya bi navê “Şevên Spî” klîbek jî kişandiye. Produktoriya herdu stranan Ayhan Evcî kiriye û derhêneriya klîbê jî Rodî Dogan kiriye.


Ciwan Haco di hevpeyvîneke xwe diyar kiribû ku, êdî ew dixwaze stranan wekî singil belav bike, "Ji îro pê ve, ji bo karên dîjîtal divê mirov aktîv be; ji sê an jî çar heyvan carekê stranekê derxe û li ser platformên dîjîtal parve bike, armanca min ev e bi rastî.”