Çîn: Danasîna dermanê Koronavîrus di dawiya 2020an de ye

20 hezîran 2020 19:59
Çîn: Danasîna dermanê Koronavîrus di dawiya 2020an de ye

PeyamaKurd - Li seranserê dinyê hejmara pêketiyên Vîrusa Korona gîhaştiye 8,5 mîlyon însanan û hejmara miriyan jî gîhaştîye 456 hezaran. Serokê Navenda Kontrol û Bergirtina Nexweşîyan a Çînê Wu Zunyou ragihand ku dermanê Korona di dawiya 2020an de li dinyê bê danasîn.

Lêkolînên li ser dermanê nexweşiya Korona li her dere dinyê tê kirin. Li seranserê dinyê hejmara pêketiyên Vîrusa Korona gîhaştiye 8,5 mîlyon însanan û hejmara miriyan jî gîhaştîye 456 hezaran. Piştî vê rewşa nexweşiyê, daxuyaniya ji Çînê, hêviyek xurt çêkir. Çînê da zanîn k udi dawiya 2020an de derman li seranserî dinyê bê danasîn.

Herwiha Serokê Navenda Kontrol û Bergirtina Nexweşîyan a Çînê Wu Zunyou di axaftina xwe ya kanalek Çînê de ragihand, li Çînê pêla duyem ya nexweşiya Korona destpê kiriye û li bajarê Pekînê nexweşî xistine bin kontrole. Wu Zanyou got, ceribandinên dermanê korona hatiye kirin 3u encam jî serkeftî derketinin.