Ji Avustralyayê mizgînî! 2 dermanên heyî vîrûsê tune dikin, dawiya mehê dikevin bazarê
PeyamaKurd – Nexweşîna vîrûsa koronayê Covid-19 ku li seranser dinyayê belav bûye û dibe sedema mirina bi hezaran kesan, xebatên lêkolînên bo dermanê wê jî da lezandin.
Bijîşk û zanyarên gelek welatan li ser dixebitin ku derzî yan jî dermanekî bo wê nexweşînê peyde bikin, lê heta niha jî tevî daxuyaniyên dewletan û kompaniyên dermanan hîn ti dermanek neketiye bazarê û negihîştiye ber nexweşên vîrûsa koronayê.
Berîya niha ji Îsrail, Amerîka, Almanya û Belçîkayê nûçeyên dîtina derziya koronayê hatibûn belavkirin.
Herî dawî ji Avustralyayê zanistan di encama lêkolînên xwe de diyar kirin ku tedawiyek bo coronavirusê (Covid-19) hatiye dîtin û dê heta dawiya vê mehê ew derman bikeve bazarê.
Serokê beşa Lêkolînan li Zanîngeha Queensland Prof. Dr. David Paterson, da xuyakirin ku wan çavdêrî li ser kiriye ku du dermanê di nexweşiyên cuda de têne bikaranîn vîrûsa di tupên testên Covid-19 de tune dike.
Prof. Paterson, herwiha got ku wan yek ji wan dermanan li ser nexweşên covid-19 bikar anîye û enfeksiyon bi temamî ji ser nexweşan çûye.
Herwiha hat diyarkirin ku ew derman li Avustralyayê hene û tescîlkirî ne.
Yek ji wan dermanan di tedawiya AIDS de ya din jî di tedawiya nexweşîna bi navê “chloroquine” a tayê tê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin