Tedawiya koronavîrusê li Hewlêrê dewam dike

21 adar 2020 23:19
Tedawiya koronavîrusê li Hewlêrê dewam dike

PeyamaKurd- Li payîtext a Kurdistanê li Hewlêrê 38 kesên ku bi gumana koronavîrusê di karantînayê de bûn, piştî 14 rojan testên wan saxlem derketin û ji karantînayê derketin.

Li gor rêjeya rêvebiriya Hewlêrê heya niha 866 kes di karantînayê de bûn lê piştî derketina 38 kesan jimara kesên di karantînayê de daket 828 kesan.

Li herêma Kurdistanê, bi giştî 1630 kes niha di qerentîna vîrus a Koronayê de ne.