Şerê Îranê dikeve roja 25an: 'Dê êriş berdewam bikin'

24 adar 2026 11:19

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihandibû ku wî pênc roj navber daye êrişên li ser binkeyên enerjiya elektrîkê yên Îranê. Lê belê li gorî çapemeniya Amerîkayê, dê êrişên li dijî îranê berdewam bikin.

Şerê Îranê dikeve roja 25an: 'Dê êriş berdewam bikin'

RûpelNews - Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên di 23ê Adarê de, ku tê de wî amaje bi wê yekê kiribû ku danûstandinên bi Îranê re berdewam in û ragihandibû ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê bo dema pênc rojan hatine paşxistin, hêviyên ku pevçûn dê bi dawî bibin zêde kiribûn.

'Êrîşên li ser armancên leşkerî dê berdewam bikin'

Lêbelê, nûçeyên di çapemeniya Amerîkî de destnîşan kirin ku paşxistina navborî tenê ji bo binkeyên enerjiyê derbasdar e, û operasyonên ku armancên din ên leşkerî digirin dê berdewam bikin. Hat ragihandin ku berpirsekî Amerîkî gotiye, "Rawestandina pênc rojî tenê ji bo binkeyên enerjiyê derbasdar e."

Her wiha hat ragihandin ku Îsraîl di danûstandinên ku tê gotin ji aliyê Trump ve bi Îranê re tên kirin de cih nagire. Di vê navberê de, aliyê Îranê îdiayên ku gotin danûstandin bi Amerîkayê re berdewam dikin, red kirin.

Lêbelê, di nûçeyên medyaya Îranê de rê îdîakirin ku hêzên Amerîkî û Îsraîlî, demeke kurt piştî ragihandina ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê hatine paşxistin, hin binkeyên li welêt kirine armanc.

Hin xalên li Îranê têne armancgirtin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, di êrîşan de avahiyeke rêveberiya gazê û binkeyeke rêkûpêkkirina gazê li Îsfahanê hatin armanckirin, ku di encamê de zirareke qismî gihîşt binkeyan. Wekî din, rayedarên herêmî ragihandin ku hin teqemenî li nêzîkî xeta boriya gazê ya santraleke elektrîkê ya li bajarê Xurremşehirê ketin.