Xebatkarên Google û Fecebookê heta dawiya 2020an wê li malê bixebitin
PeyamaKurd – Kompaniyên mezin ên teknolojiyê Facebook û Googleyê biryar da ku heta dawiya salê li malê bixebitin.
Li gorî biryarê herdu kompaniyên mezin ên tekonolojiyê Google û Facebook di çarçoveya asayîkirina jiyanî ofîsên xwe yên girtî dê dawiya Tîrmehê vekin.
Googleyê pêştir eşkere kiribû ku ofîsên swe heta 1ê Hezîranê bigire lê ji ber prosesa nexweşiyê ev yek 7 mehên din dirêj kiribû.
CEOyê Googleyê Sundar Pichai eşkere kir ku piştî Temmûzê xebatkarên pêwîst dê bikaribin vegerin ofîsên xwe û dabû zanîn ku ew dê bergiriyên li ofîsan zêde bikin.
Facebookê ragihandibû ku 6ê Tîrmehê ofîsên xwe veke lê kesên ku bikaribin li mal kar bikin dê heta heta dawiya salê li malê kar bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin