Çanda denbêjiyê li saredariya Wan ê dewam dike

27 sibat 2022 04:09
Çanda denbêjiyê li saredariya Wan ê dewam dike

PeyamaKurd – Şaredariya Wanê her sal dîwanên dengbêjiyê weka dewama çandê lidar dixe û dide dewamkirin. Îsal di çarçoveya ahengên sibatê de car din ji bo dengbêjan bername amade kirin û gelek dengbêj tevlî dîwana dengbêjan bûn.

Çanda devkî li Wanê bi xêra dengbêjan dewam dike. Dîwana dengbêjan ya îsal li Navenda Çandê ya Hacibekir çêbû û ji dengbêjan Dengbêj Îsmet, Dengbêj Aydın, Dengbêj Şah İsmail Milani û Dengbêj Miraz tevlî dîwanê bûn. Ji xelkê gelek kes bûn guhdarvan û temaşevanên dîwana dengbêjan.