Pîrozkirina Roja Evîndaran dewam dike

15 sibat 2020 03:15
Pîrozkirina Roja Evîndaran dewam dike

PeyamaKurd- Her çendîn ev roja 14 ê sibatê di çand û adetên Kurdan de nîne jî, bi sedema ku li rojava an ku Ewrûpayê tê pîrozkirin û di dinya global de, her netewe ji hev çand û adetan distînin ku milletê Kurd jî yek ji wan milleta ye. Li seranserê Kurdistanê ev roja evîndaran tê pîrozkirin. Gelek kes tevlî vê rojê dbin, jin û mêr, evîndar bo hev diyariyan dikirin û didin hev lê diyariya sereke bi taybetî gul a sor e.

Hinek malbat diçin deverên seyranê da wexta xwe derbas bikin, hinek kes li malan û hinek li xwaringehan wextên xwe derbas dikin. Balkêşiya îsal li başûrê Kurdistanê gelek berbiçav roja evîndara dimeşe. Tenha li Duhokê di ser 100 hezar gul amade ne ku evîndar bo hev bikirin. Li seranserê başûrê welat li dora 1 mîly0n gul amade ne da evîndar bo hev bikirin û bo hev diyarî bikin.Bihayê firotina gulan seranserê başûr ji 100 hezar dolarî derbas dibe.

Roja evîndaran di rojava de gelek kevne ku koka wê diçe berya zayînî ta dewra Romayiyan ku weka festîwalekî dihat pîrozkirin.