Brîtanya ji bo rakirina destmalên sil xebatan dike
PeyamaKurd - Hikûmeta Brîtanyayê ji bo ku bermayiyên plastîk ji holê rabin xebatan dike, biryar da ku destmalên şil jî bikeve nav vê lîsteyê.
Li gor nûçeya BBCyê Berdevkê Daîreya Jîngehê (Defra) daxuyand ewê destmalên şil ên ku tê da plastîk hene jî bixin nav wê lîsteya bermayiyên plastik ên ku tên qedexekirin.
Hat gotin rêvebir bi fabrîqayên ku van destmalan çêdikin û yên difroşin re diaxivin ku ew destmalên şil ên ku tê da plastîk tune ne çêbikin û bifroşin.
Hat ragihandin li Îngiltereyê ji sedî 93yê melzemeyên dibin sedem ku kanalîzasyon bixitimin ji van destmalan pêk tê.
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May serê salê soz dabû ku heta 2042yan hemû bermayiyên plastîk ji holê rake.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin