Brîtanya: Em ê ji bo rakirina cezayên ser Sûriyê lezê nekin
15 rêbendan 2025 23:01
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy, di civîna Parlementoya Brîtanyayê de bersiva pirsên hin parlementeran ên derbarê sizayên Brîtanyayê yên li ser Sûriyê de, da.
Lammy got ku ew bi hevalbendên xwe re sizayan li ber çavan derbas dikin û kêfxweşiya xwe ya li hember qonaxa nû li Sûriyê anî ziman.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê diyar kir, hinek pêşketinên Sûriyê nebaş bûn û got ku pêwîste li Sûriyê hikûmeteke giştgir bê avakirin.
Lammy da zanîn, ew dê ji bo rakirina sizayan kiryarên hikûmeta nû binirxînin û dê di vê mijarê de lezê nekin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
HRWê daxwaza rakirina cezayên ser Sûriyê kir
19 sbt 2025
Rojhilata Navîn
Balafirên Brîtanya û Fransayê li Sûriyê êrîşê DAIŞê kir
04 rbn 2026
Cîhan
Mazlûm Kobanî li ser rakirina Cezayên Sezar peyamek belav kir
14 gln 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin