Mazlûm Kobanî li ser rakirina Cezayên Sezar peyamek belav kir

14 gulan 2022 13:29
Mazlûm Kobanî li ser rakirina Cezayên Sezar peyamek belav kir

PeyamaKurd – Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî li ser rakirina Cezayên Sezar ên ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de peyamek belav kir û got: “Ew ê hêviyê bide hemû gelê Sûriyê.”

Hikûmeta Amerîkayê biryar da ku Cezayên Sezar ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola desthilata HSDê de rake.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir: “Em destûrnameya Amerîkayê ji bo herêmên #AANES ji bo ji nû ve avakirina jêrxanê û piştgiriya aboriya me dinirxînin, ev pêngaveke ku wê li dijî DAIŞê derkeve û hêviyê bide hemû gelê Sûriyê. Em pêşwaziya hemû kompanyayan dikin ku li vir veberhênanê bikin.”