Jeffrey ji Mazlûm Kobanî çi xwest?
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey doh 18ê Sibatê piştî serdana Başûrê Kurdistanê hevdîtinên bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî (Kobanî) re jî hevdîtin pêk anî.
Derbarê vê hevdîtan û serdana neçaverêkirî de ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn, lê li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê di hevdîtinê de berdewama hev karî û alikariya Amerîkayê bi HSDê re, têkoşîna dijî terora DAIŞê û hin mijarên wekî yekrêziya nav Kurdan jî hatine gotûbêj kirin.
Lê belê li gorî nirxandin û şîroveyan mijara herî girîng a vê serdana Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê şerê Idlibê ye ku rejîma Sûriyê bi hevkariya Rûsya û Îranê bipêşve diçe û Tirkiye jî gefên destwerdana hêzên rejîmê dixwe.
Li gorî hin çavkaniyan heyeta Amerîkî ji HSDê bi taybet xwestiye ku têkilî şerê Idlibê nebin û li kêleka rejîmê şerê Tirkiye û komên çekdar nekin.
Herwiha Serokê Amerîka Donald Trump jî li ser pêwendiya telefonî ya bi Erdogan re dîyar kir ku ew û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bo çareserkirina kêşeyên ser Îdlibê bihevre dixebitin. û got, erê Erdogan ''yekî dijwar e'' lê peywendîya wan baş e.
Hevdem di medya Tirkiyê de îdiyên bi wî rengî hatin belavkirin ku yek ji rojnamevanê naskirî yê Tirk Murat Yetkîn di nivîsa xwe ya îro 19ê Sibatê de bi zimanê rayedarekî Amerîkî dibêje, berpirsên Amerîkî hişyarî dane YPGê û ji wan re gotine, eger ew di şerê Idlibê de li dijî Tirkiyê şer bikin, Amerîka wan naparêze.
Wî rojnamevanê tirk di nivîsa xwe ya rojnameya Hurriyetê de diyar kiriye ku berpirsekî Amerîkî ji wî re gotiye ku nakokiyên Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê nabe sebeba wê ku şervanên YPGê (HSD) êrîşî Tirkiyê bikin yan jî di şerê Idlibê de alîkariyê bidin rêjîma Sûriyê.
Yetkîn herwiha dibêje, Amerîka ji Tirkiyê re jî gotiye ku ewê sîstema moşekî ya patriot li bajarê Hatay yê Tirkiyê deynin, bi şertekî ku Tirkiye dest ji sîstema moşekî ya S-400ên Rûsî berde.
Trafîka dîplomasiyê ya sêqolî ku bi serdana James Jeffrey re di navbera Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de tê meşandin, li Sûriyê li hember Rûsya û Îranê daxwaza ji nû ve bihêzbûna rola Amerîkayê nîşan dide.
Amerîka piştî biryara vekişîna ji Sûriyê bi derketina krîza Idlibê re, ji nû ve li qada Sûriye ketiye nav tevgerê ku dixwaze ji nakokiyên navbera Rûsya-Tirkiyê sûde werbigire û hem Tirkiyê vegerîne ser xeta xwe, hem jî car din wek aktoreke sereke vegere qada Sûriyê ku dixwaze hêzên Kurdî jî li kêleka xwe bibîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin