Trump li ser şerê Îranê gazindan ji Brîtanyayê dike
Serokê Amerîkayê Trump, ji ber ku Brîtanyayê di şerê li dijî Îranê de piştgiriya Amerîkayê nekiriye gazind kir in.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku têkiliyên bi Brîtanyayê re "ne wekî berê ne". Trump got ku têkiliyên di navbera her du welatan de lawaz bûne piştî ku Serokwezîr Keir Starmer red kir ku ji bo êrîşên destpêkê yên li dijî Îranê piştgiriya Amerîkayê ya leşkerî bike.
Di hevpeyvîneke roja Sêşemê de bi rojnameya The Sun re, Trump got, "Gelek xemgîm im ku ez dibînim têkilî ne wekî berê ne." Ev daxuyanî hevpeyvîna wî ya duyemîn bû bi rojnameyeke Brîtanî re di heman rojê de.
'Fransa bêtir piştgir bû'
Li gorî nûçeyeke Ajansa Reutersê, Trump got ku hin welat, bi taybetî Fransa, bêtir piştgir bûn, û lê zêde kir ku wî hêvî nedikir têkiliyên DYA-Brîtanyayê, yên ku wî carekê wek "yên herî bihêz" bi nav kiribûn, bigihîjin vê astê.
Trump got ku pêdiviya DYA'yê bi Brîtanyayê nîne ku li Rojhilata Navîn şer bike, lê anî ziman ku diviyabû Starmer piştgirî bikira. Wî got, "Wê ferq neke, lê diviyabû wî alîkarî bikira."
‘Ji şerê Iraqê yê 2003an ders girti ye’
Starmer roja Yekşemê ragihand ku baregehên leşkerî yên Brîtanyayê yên ku di êrîşa destpêkê ya li ser Îranê de nehatine bikaranîn, dê ji bo operasyonên parastinê ji DYA'yê re bên peydakirin.
Wezîrê payebilind ê Brîtanî Darren Jones jî di daxuyaniyekê de ji Radyoya Timesê re tekezî li ser girîngiya jiyanî ya têkiliyên DYA-Brîtanyayê kir. Jones diyar kir ku Brîtanya ji Şerê Iraqê yê 2003an ders wergirtiye û hikûmet di çarçoveya vê yekê de biryarên xwe dinirxîne.
