Brîtanya bikaranîna medyaya civakî li zarokan qedexe dike

15 hezîran 2026 15:38

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku dê medyaya civakî ji bo kesên di bin 16 saliyê de ne were qedexekirin.

Brîtanya bikaranîna medyaya civakî li zarokan qedexe dike

RûpelNews - Starmer li ofîsa serokwezîriyê di konfêranseke çapemeniyê de, derbarê qedexeya bikaranîna medyaya civakî ji bo kesên di bin 16 saliyê de ne axivî û diyar kir ew dixebitin ku sala bê ev qedexe were cibîcikirin.

Starmer got: "Îro ji bo welatê me rojeke dîrokî ye. Ew rojek e ku tê de ji bo zarok û paşeroja me gaveke mezin ber bi guherînê ve hatiye avêtin. Îro, ez dikarim ragihînim ku hikûmet dê rê li ber gihîştina medyaya civakî ji bo hemû zarokên di bin 16 saliyê de bigire. Erkê hikûmetê ye ku hilbijartinan bike û biryaran bide. Bi dîtina min, danîna qedexeyeke tam eşkere hilbijartina rast e."

Starmer da zanîn bikaranîna medyaya civakî zirarê dide zarokan û ragihand ku ev qedexe li sepanên wek  VPNê jî wê were sepandin.