Boksorê Kurd: “Ez ê bo birayê xwe yê Rojava têbikosim”

03 mijdar 2019 06:18
Boksorê Kurd: “Ez ê bo birayê xwe yê Rojava têbikosim”

PeyamaKurd- Boksorê Kurd Makwan Emirxanî li New Yorkê wê derê yarîgehê û wê rûbirûyê hevrikê xwe bibe. Emerxanî aşkere kir ku ew ê bo xuşk û biyrayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê derkeve yarîgehê.

Nerazîbûna operasyona ku Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, her diçe zêde dibe. Nerazîbûnekî jî ji boksorê Kurd  Amirxanî hat. Li bajarê New Yorkê li eywana Madison Square Gardenê Makwan Emirxanî wê rûbirûyê Shane Burgos bibe. Emirxanî kefiya Kurdî li stûyê xwe gerand û di konferanseka rojnamevanî de, behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û weha got:

“Ez Kurdim û ev her dem di bîra min de ye. Ez ji ku hatime ti carê eslê xwe jibîr nakim. Ez şanaziyê bi nijada xwe dikim.”

Emerxanî di axaftina xwe de behsa operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî kir û aşkere kir ku Tirkiye di encama wê operasyonê de, bi sedam sîvîl kuştine û bi hezaran mirovên medenî bûne penaber.

Makwan Emirxanî ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilata Kurdistanê ye.