Bo rojava Tirkiye û Rûsya di nava têkiliyan de ne

05 îlon 2018 19:44
Bo rojava Tirkiye û Rûsya di nava têkiliyan de ne

PeyamaKurd- Piştî êrîşên do yên ser Idlibê hewldan zêde geş bûn. Balyozê Rûsyayê yê Ankara di derbarê mijarê de peyaman da. Balyoz Aleksey Yerhov ragihand ku ew bi Tirkiyê re di nava têkiliyande ne û behsa girîngiya zîrwe ya ku li Îranê çêbibe kir.

Yerhov peyama xwe di civîna bi serokê komisyona meclisa Tirkiyê re, bi Volkan Bozkır re de, da. Yerhov ragihand ku zîrwe ya Îranê derfeteka başe bo çareserkirina mijarê. Serokê komisyona meclisa Tirkiyê Bozkır jî ragihand ku ew ji koçeka mezin ditirsin û armanca ew e ku koç nebe û sîvîl zerarê nebînin.”