Rûsyayê ji ber helwesta Ewropa ya bo Navalny gefa qutkirina têkiliyan xwar
12 sibat 2021 19:17
PeyamaKurd - Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi sedema ku welatên Ewropayê di li ser girtina serokê opozîsyona Rûsyayê Aleksey Navalny û alîgirên wî dixwazin dorpêçan deynin ser Rûsyayê, gefa qutkirina pêwendiyan li Yekîtiya Ewropayê (YE) xwar.
Medya Rûsyayê ragihandiye ku Sergey Lavrov îro 12ê Sibatê gotiye, heger Yekîtiya Ewropa dorpêçê li ser sektorên girîng ên Rûsyayê pêk bîne, wê demê Moskow jî amade ye pêwendiyên xwe yên li gel Yekîtiya Ewropayê qut bike.
Sergey Lavrov ragihand, Rûsya naxwaze ji cîhanê qut bibe, lê amade ye ji bo hemû egeran û got: “Eger tu aştiyê dixwazî pêwîste ji bo şer jî xwe amade bikî.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Welatên Bakurê Ewropayê Rûsya wekî gefa yekem bi nav kirin
28 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin