Blinken: Em ê qonax bi qonax bersiva êrîsan bidin!

30 rêbendan 2024 15:28
Blinken: Em ê qonax bi qonax bersiva êrîsan bidin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê êrîşa li ser baregeha Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyê de daxuyaniyek da.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken ku li Washingtonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist, derbarê êrîşa ku 3 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dabûn de nirxandin kirin.

Blinken diyar kir ku şîna leşkerên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiya wan girtiye û ji bo careke din êrîşên bi vî rengî neqewimin hemû tedbîr girtine, anî ziman ku ew weke rêveberiya Joe Biden vebijarkên bersivdayîna leşkerî dinirxînin.

Blinken bersiva jêrîn da pirsa ku wê Amerîka çawa bersivê bide:

"Wek ku Serok Biden doh jî gotibû, em ê bersivê bidin (êrîşê) û ev bersiv dê piralî, qonax û demek dirêj be."

Blinken diyar kir ku ew bi Îranê re şer nakin û destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir ve li herêmê rageşî zêde bûye û ew ê berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn biparêzin.