Bi serokatiya Netanyahu civînek li ser Îranê tê lidarxistin
Hatiye ragihandin ku Netanyahu û çend wezîrên payebilind dê îşev bicivin da ku li ser geşedanên derbarê Îranê de gotûbêj bikin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu dê ji bo cara duyemîn di nav 24 saetên dawî de, li ser mijara Îranê civîneke şêwirmendiya ewlehiyê li dar bixe.
Rojnameya The Times of Israel ragihand ku Netanyahu û çend wezîrên payebilind dê îşev bicivin da ku li ser geşedanên derbarê Îranê de gotûbêj bikin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku civîna şêwirmendiya ewlehiyê li dû pêşkêşkirina pêşniyareke nû ya 14 xalî ya Îranê ji aliyê Pakistanê ve bi navbeynkariya wê ji DYAyê re tê lidarxistin.
Çi bûbû?
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh bi Serokê DYAyê Donald Trump re ji bo gotûbêja li ser Îranê bi telefonê axivî û piştî wê bi kabîneyeke bijartî re civîneke şêwirmendiya ewlehiyê li dar xist.
Di çapemeniyê de îdiayên ku digotin DYA û Îsraîl vê hefteyê ji bo êrîşên li ser Îranê amadekariyên berfireh dikin, hatibûn ragihandin.
