Bi sarbûna hewayê re hirçên boz li Nemrûd a Tetwanê li xwarinê digerin

19 cotmeh 2024 20:02
Bi sarbûna hewayê re hirçên boz li Nemrûd a Tetwanê li xwarinê digerin

PeyamaKurd – Li gelek deverên Kurdistanê êdî serma destpêkiriye û xelk amadekariya sivistanê dike lê ji ber nebûna axwarinê, hirçên boz li Çiyayê Nemrûd a Tetwanê xwe berdan ser seha gilêşê û ji xwe re li xwarinê geriyan.

Gola krater ya Nemrûd a Tetwan a bi ser bajarê Bedlîsê golekî kratere an ku volkanîke û di havînê û payîzê de geştiyarên cîh û biyanî seredana wê dikin. Geştiyar dema terka Gol a Nemrûdê dikin, gilêşên xwe datînin seha gilêşê û hirçên boz ku birçî man, çûn ser sergoyê gilêşê da xwarinê peyda bikin.

Hirç, di xwezaya xwe de dikarin pêdiviyên xwe bi dest bixin, amadekariya zivistanê bikin lê dema xwarina hazir hebe, dev ji wan exlaqên xwe yên xwezayî berdidin ku ev jî dibe sedema xerabûna şertên xwezayî yên hirçan û dikarin êrîş bikin ser mirovan.