Erka Hevşaredariya Tetwanê ya Mumîn Erol hat rawestandin

30 tîrmeh 2026 12:31

DEM Partiyê ragihand ku erka hevşaredariya Mumîn Erol ê Hevşaredarê Tetwana Bilîsê hat rawestandin.

Erka Hevşaredariya Tetwanê ya Mumîn Erol hat rawestandin

RûpelNews - Konseya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li nav partiyê li dijî Hevşaredarê Tetwanê Mumin Erol pêvajoyeke dîsîplînî hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Pêvajoyeke dîsîplînê li dijî Hevşaredarê me yê Tetwanê, Mumîn Erol hate destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî adil û objektîf were meşandin, wek tedbîrekê erkên Mumîn Erol ên hevşaredariyê hatine rawestandin. Pêvajoya dîsîplînê dê di zûtirîn dem de bi dawî bibe."